Omer Dilsoz

Amed Çeko şahidiya 'Berbangeke kuştî' dike

22 Mayıs 2014 Perşembe 16:42

Berbang jî şahid e, pirtûka Amed Çeko Jiyan a 3 yemîn e, pirtûk ji Weşanên J&J derket.

Amed Çeko di vê desteçîroka xwe de, berbangeke salên 90î ya Taxa Baglar a Amedê vedibêje.

Tevna çîrokê wek çemekî boş diherike û hemû çîrok berdewamiya hevdu ne û weke ‘romançeyekê’ me bi şahidiya çend kesan, her yekî jî bi avrî û cihekî cuda ve dikêşe nava serhatiya “datlifiroş û belavkarê rojnameyê” yê hema bêje hêj di temenê zaroktiyê de.

Em her ku bi şahidiya kesan bûyera “serjêkirina belavkarê rojnameyê” dibînin, ku Çeko dibêje, “Dengê kirt ê wek serjêkirina mirîşkê” ku şêniyên taxê, dixe dehşetê û vediciniqîne, bi şêweyeke gelekî zindî û zimanekî rewan li ber çavên mirov zindî dike.

Amed, di her beşa pirtûkê de, her vegotina şahidekê bi stîleke taybet û ji ya pêş xwe cudatir daye û ev jî jîrî û serkeftina Çeko ya di vegotinê de raberî me dike.

Lehengê A. Çeko Jiyan “Şengo”yê belavkarê rojnameyê ku em di berdewama serhatiya wî de pê dihesin ku kurê malbateke koçber e ku piştî şewitandina gundê xwe li taxa ‘Rezan’ a Amedê bi cih bûye, destê sibeyeke ku Çeko dibêje, “Wê roja payizê, tîrêjên rojê yên pêşîn…” bi awayekî pir “dirindeyî” lê a dilsoj ew e ku ev dîmena dirinde ‘wan rojên payizê ya wan salan, li wî bajarî êdî bûye’ dîmeneke herrojî û ji ber vê ye ku, ti kes xwedîtiyê lê nake û her kes bi refleksa “bila ev agir bi min jî venegire, a qenc ew e devê mirov tijî xwîn be jî mirov tif neke” di atmosfera vebêjiya ku Amed Çeko di vê ‘romançeya xwe de’ diresmîne, tê ber çavê mirov.

Jixwe di dema bûyerê de dengê “bi saw û tekbîrê” yekser piştperdeya bûyerê ber mirov zelal dike û ev kuştina ber çavan, ev kuştina berbanga nû ya bajarekî, trajediya me gelekî xweşik raberî me dike. Çeko, gelekî serkeftî nîşan daye û heman demê, di beşekê de dema ku zarokê ji nimêja sibê vedigere, pîrejina ku piştî nimêja sibê, dike şahidê vê bûyerê, aşkere dike ku ev “tekbîra ku zarokekî serjê dike” a rastî bi destê hin “hêzên tarî” hatiye hedimandin.

Çeko, weke ku piştrastiya gotina fermandarekî Lidyayî bike û gotina wî ya, “Di demên aştiyê de kur bavan; di demên şeran de jî bav kuran vedişêrin zikê axê” di dawiya zincîre çîrokên xwe de, şûna “datlîfiroşê şehîd ê zarok” datlîfroşekî kal derdixe ser sehneya nivîsê û bi vê dîmenê, rûyê dilsoj ê şerî raber dike.

Ez bi bistehî dikarim bêjim ku çawa Rûs bi Çexovê xwe serbilind in, ê me jî, Çekoyê me kurdan heye ku ne kêmî wî ye, dibe ku zêdetir be.

Berbang jî Şahid e, li me û li wêjeya me pîroz be...         

Bu yazı toplam 6032 defa okunmuştur