Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Aha ji te re demokrasî

Aha ji te re demokrasî

Wekî sernivîsê de jî min goti, aha ji te re demokrasî. Evê demokrasîya herî pîrozwer, têr bixwin, têr vexwin û têr ba ê wê bikêşin hindirê xwe. Lewre ev demokrasîya di Tirkiyeyê de tu cara dest we nakeve.

Lewre hikometên Tirkiyeyê û di vê navê de hikumeta AKP’ê dibêjin “diçîhanê de tu demokrasî wekî demokrasîya tirki girêdayî mafê mirovam çu nîn e. Demokrasîya tirki ji demokrasîya avropayê jî pêtir pêşve çûy e.” Di bêjin “ji ber vê yekê em tirk bi demokrasîya xwe re kêfxweş in.”

Başe bavo bi demokrasîya xwe re kêfxweş bin, li we pîroz be, belê ev demokrasîya nîveka wê vala netenê ya hewe ye. Tu demokrasî parwanê bavê tu kesê nîn in, demokrasî ya tevahî gelan e. Divê netenê dewlemend û mêtîngehkar demokrasîyê ji xwe re bibîn in, divê demokrasîyê tevahî gelan re bibîn in. Qanûnan gor xwe nedin xebitandin. Bizanin her zimanek nasnameyek e, bibîn in û gor wan jî qanûnan bidin xebatê. Ji Xwedê bitirsin.

Ez nizanim ev saziye demokrasî ye an jî saziya destserkesî ye. Divê ev bê aşkerakirin.

    Heke Lijneya Bilind a hilbijartinê bi xortiya siyasîyan re ev qirare nehilda be, ji çi sedem re hildaye. Ez di vê gomanêdenim.

    Heke di dawiyê de parlementerên hati bijartin û niha jî di parlementoyê de parlementer bin, ew çawa di dawiyê de hatibûn bijartin. Heke ew sûçdarbûn di wê bijartina hati bijartin de gor kîjan mantiqê hewe namzetiya wan a serbixwe qebul kir. Qatî ji wan re ji esimani sûç barî, ku îro nabin namzetên serbixwe.

    Heke rêzdar Şerefettin Elçî û rêzdar Ertugrul Kûrkçû sî û sîpenç sal berî niha di dadgehên danzdeh îlona sala 1980’yê de seba hişên xwe ceza xwaribin, niha sûcdariya wan hate bîra we.

    Heke rêzdar Elçî û rêzdar Kûrkçû ji wê rojê heta îroj sûcdarbûn ku hûn wesa dibînin û wesa jî we qirar pê daye. Herê gelo ji cuntaya danzdeh îlona sala 1980’yê de di dadgehên cuntayê de sûçdarbûyî tenê ev her du mirov in. Ji wan cida tu kesê di vî welat de tu ceza nexwarin e.

    Ji wê roja danzdeh îlona sala 1980’ê de ên sûcdar bûyî di nava tu partîyên Tirkiyeyê de çu nîn in. Banga me ev e, Lijneya Bilind a Hilbijartinê ji kerema xwe herin zanyarîya nasnameyên namzetên MHP’ê, zanyarîya nasnameyên AKP’ê, zanyarîya nasnameyên CHP’ê û partîyên dî ên sazûman nêrîn in.

    Temaşeyî namzetên van partiyên sazûman bikin, kanê hûn dê çend ji wan ên danzdeh îlonê de bisûcdariyê re dê peyt (tespît) bikin.

    Tev Tirkiye dizane ku bi hezaran mirov didanzdeh îlonê de bê guneh sûcdar bûn. Ev sûcdariya van mirovan de tenê ji nemzetên serbixwe re heye? Ev kîjan mantiq e?

    Belê Lijneya Bilind a Hilbijartinê hûn jî dizanin û em jî dizanîn ku ev qirara we siyasî ye. Ev tirse di dilê tev welatiyan de hebû û welatiyan bibang re dikirin hewar ku dadgeh û dozger di bin tesîra AKP’ê de mayne û neşên qanûna bidin xebatê. Ev ditê zanîn.

    Bi vê qîjêna welatiya re AKP’ê înkar dikir û bi banga welatiyan re welatî tepeser kirin. Ev tepeseriya AKP’ê bi girtina welatiyên siyaseta hemberê wan diken re rûyê xwe nîşê dida û kom bi kom siyasetçî têkirin girtigeha.

    Tenê ji siyasetçîyên kurdan re niha ji du hezaran jorve di pişt qiflêdan in. Wekî me goti aha ji te re demokrasîya Erdogan a dimafê mirovan de cih girti.

    Heke em tev kêmasiyên R. T. Erdogan û zihnîyeta partîya wi bînin ziman, bawer bikin rûper têrnakin û ji van kêmasiyên wi hemûyan jî, rasti hûn jî dizanin. Lewre em bi wi re rû bi rû dîjîn, çir eş e, çi spîye em dibînin, em kor nîn in.

    Di vê dozê de kêmasiya me çi ye, bi kurtasi wê bînin bîra xwe.

    Sedem em zû bi zû tên xapandin. Sedem netifaqiya gelan e. Sedem nefifaqiya kurdan e. Sedem netifaqiya kedkar û karkeran e, a gundî û bêkaran e. Sedem bierzani xwe firotina cerdewanan e. Sedem seba malê dinyayê bierzani xwe firotina kurdan e. Hwd.

    Ma nabêjin “kêrmê darê ji darê nebe tu zewala darê çu nîn e.” Aha sedem a nayeriya kurdan a xwe bi xwe ye.

    Heke tev ev sedem û sedemên wekî vane neban bawerbikin di Tirkiyeyê de tu qirarên wihe bi rik nahên dayîn û niha sazûmana tirki bibû sazûmana komala demokratîk. Dê hindirê komala demokratîk de, gelên Tirkiyeyê jî wekî birayan bijî ban.

    Önceki ve Sonraki Yazılar
    YAZIYA YORUM KAT
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Silêman Feqiyanî Arşivi

    Ecêba

    28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

    Xwîn

    07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10