İrfan Sarı

İrfan Sarı

Adar za

Adar za

Gava çiyayên asê gehiştin Avrêlê çavên Kurdan diketin di hundirê azadiyê de. Ji ber ku azadî hin xweşik û xweşkok bû xewnên Adarê jî li ser azadiyê dihatin xewa mırov.

Bi Salan bû gava ku Adar dihat rojeva Kurdan xwîn diherikî wekî çemên din û har. Xewn har dibû bîna(wekî) seyên herimî ku direvîyan mirovan.

Lewra Kurdan tu car lı ber wan serê xwe nedana, her şer kirin û ber xwe dan.

Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinker gava serê xwe rakir û ber xwe da, wê demê azadî kete rojeva Kurdan. Ji wê rojê pê ve Kurd birsiyê azadiyê bûne.

Gelo çima mîtolojî li ser xwîna Kurdan ava dibe û ji bo çi îro jî hêj Adar dıbe sedema xwînê…

Ji ber ku Kurd di hemû deveran û dîrokan de li hember zilm û zoriyê maye…dîroknas û zanyar gava ku guhdariya kilamên Kurdî dikin wê gavê tê bîra wan  ku ew di lêkolînê de kêmas mane. Di vê awayî de xwe serbiser diguherin û şîroveya xwe nû dikin.

Bi rastî mirov Adarê hatina biharê dıfikire. Ji ber ku dû re avrêl tê û rih dikeve ber avê ax(xak) dibişkive befrîn serên xwe bilind dike. Wê demê enerjiyeke ew qas mezin dide çiya û deştan ku mirov ji xwe ve diçe.

Mixabin cîhanek viha êdî dûr bêhna me ye.

Tevde ev xwîna wekî cokê diherike divê bê ravestandin. Ev ravestandin jî tenê bi destê Kurdên welatparêz û binamûs dê bigehe armanca xwe.

Ji ber vê yekê lazim e ku welatparêz bîna(wekî) Adarê bi coşeke mezin yekitiya Kurdan ava bikin bo vê jî xebatan bimeşînin.

Sal vedigerin, çiyayan bombe û gule xwarin, mirovan zilm û zorî dîtin.Evne tev li ber çavên me, ne derbaz bûne yek bi yek di serê me de hatine.

Lewra riha Adarê ya nazik û bedew di riya me de dê bibe meşaleyeke ronak.

Mêze bikin gava Adar za dilê Kurdan serî bilind dike. Gava Adar za dilê giya serî bilind dike. Gava Adar za dilê berfê nerm dibe û dihele. Gava Adar za cemre li paş xwe nanêre.

Madem ku zayîna Adarê hin qas girîng û bedew e, gerek zayîna Kurdan jî hin qas girîng û navnîşan be. Da ev zayîne bibe sedema aşitî û azadiyê.

Ger wiha nebe hemû Adarên me yên ji niha vê de jî mêxabin dê di nava nexweşî, belangazî, kuştinî û girtînivê de derbaz bibe.

Hêvî û hestên xwe bikin yek. Dildarî û dilxweziya xwe bikin yek.

Hingî hûn ê bibînin ku Adar çawa bi riheke nû dikeve paxla cîhanê û ya Kurdan dê wisan jî yekitiya ve bikeve rojeva rojhelata navîn û ya cîhanê.

Sibê zayîna azadiyê ye.

Bi van hestan Newroza Gelê Kurd û ya hemû gelên cîhanê tevda piroz be.

Her kesek bila bibe kewoka azadiyê û li esmanê şîn baskan vede…

Xweşî para ve be, aşitî para ve be û azadî para ve be…


Nîşe: Bo keda mamoste Adem Özcaner û kak Besim Baykal spasî.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
İrfan Sarı Arşivi