Omer Dilsoz

2013 bila bibe sala ‘Sûrên Amedê’

04 Aralık 2012 Salı 13:21

Ev navê kampanyayekê ye ku bi serkêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye destpêkirin û hemû pêkhateyên “Konseya Bajêr” piştgirî lê dikin û xwe didin ber vî barî.

Mebesta kampanyaya îmzeyan ew e ku sala 2013 ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ve  weke ‘Sala Kele û Sûrên Amedê’ bête qebûlkirin da ku UNESCO wê bigire nav Lîsteya Mîratên Cîhanê.

Bi vî awayî jî rû û rûbara vî bajarê keleşarê dîrokî ku nêzî 8 hezar sal in jiyan tê de bê navber berdewam bûye.

Ango keleşara Amedê ku tê gotin ji aliyê Hurî-Mîtanniyan ve binaxê wê hatiye danîn û li gorî hin çavkaniyan 26 li gorî hinan 33 şaristaniyan dest guhastiye, kevintirîn û mezintirîn bajarê keleh e; ango şaredêz e li seranserî cîhanê.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr girîngiya parastina mîrata kultûrê bi bîr dixe û ji hemû dem û dezgehên çandî û siyasî yên Kurdistanî piştgiriyê dixwaze û jê dixwaze ku beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin. Çi ko parastina Amedê bi ser binemayê xwe yê dîrokî di heman demê de parastina dîrok û bîra vê axê ye ku ew jî wiha dinirxîne.

 Ez dixwazim li vê derê malpera ku hûn ê bikaribin tê de beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin li vê derê stûna wê bidim (lînka wê) http://www.diyarbakirsur.com/

Derbarê Amed û birc û bedenên wê de me lêgerînek din av hin serçavî û jêderkan pêk anî, kerem kin dîroka kurt a birc û bedenên Amedê.

KeleBajarê Bi Birc û Beden: Dîroka Keleh/ Sûrên Amedê 

Amed, wekî bajar xwedî dîrokeke bi qasî 8000 salan e û ji berê de bûye jîngeha mirovan. Jiyan li vî bajarî, ji roja ava bûye û heta îro, bênavber berdewam kiriye. Keleha Amedê mînaka herî baş a kelehên Kurdistanê ye. Keleha Amedê li ser rojhilatê platoya bazalt ya ku ji Çiyayê Qerejdaxê heta Çemê Dîcleyê dirêj dibe, cî digire. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê tê texmînkirin ku di salên 3000î yên Beriya Îsa de cara yekem di serdema Hûrî-Mîtaniyan de hatiye avakirin.

Keleha Amedê ji jor de wekî masîkartûxkê xuya dike û li ser sûrên wê şopên li dora 30 şaristaniyan hene. Bi rolyef û kîtabeyan hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê ye ku Albert Gabrîel Keleha Amedê, wekî “Muzeya Kîtabeyan ya Servekirî” bi nav kiriye.

Keleha Amedê ji beşên keleha derve û keleha navîn pêk tê. Keleha navîn li rojhilata bakurê keleha derve, cî digire. Piştî ku dema Romayiyan de sûrên niha hatin avakirin girîngiya keleha navîn zêde bûye û heta îro jî ev girîngiya xwe domandiye. Her dem wekî qada rêvebertiyê hatiye bikaranîn. Li vê qadê girê bi navê Amîda heye. Ev gir li Amedê cara yekem ji bo mirovan bûye warê jiyanê. Di lêkolînên arkeolojîk de, berhemên 8000 sal berê hatine dîtin. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê di dema Romayiyan de, di sala 349ê piştî mîladê ji hêla Constantînûsê IIyê ve hatine zexm û firehkirin. Bi vî awayî şiklê dawî yê Keleha Amedê derketiye holê. Piştî vê demê jî her şaristaniya ku li Amedê hukimdar bûye, beşên nû lê hatine zêdekirin û car caran jî, ji hêla van şaristaniyan ve kem û kortên wê hatine veçêkirin.

Her weh dirêjahiya sûran qasî 5.7 km ye. Bilindahiya wan jî 10 an 12 mîtro ye. Ber û pahniya wan jî 3 an jî 5 mîtro ye. Bi giştî 82 birc lê hene û ev birc xwedî planên cûr be cûr in. Hinekên wan gilover, hinekên wan çargoşe û hinek jî pirgoşe ne. Bircên herî bedew û girîng ev in:

  • Birca Xarpêtê
  • Birca Keçikê
  • Birca Şagirtê
  • Birca Hosta
  • Birca Nûrê

Li ser Keleha Derve (Amedê) çar deriyên Amedê hene. Ev derî di dîroka mîmariyê de xwediyê girîngiyekê ne û bi çar aliyan ve vedibin.

  • Li hêla bakur Deriyê Çiyê (Deriyê Xarpêtê)
  • Li hêla başûr Deriyê Mêrdînê
  • Li hêla rojava jî deriyê Rihayê
  • Li hêla rojhilat Deriyê Nû

Ji bilî van sûrên heyî sûreke din jî hebûye. Ev sûra duwemîn Sûrên Derve dorpêç dikirin. Ji çavkaniyên dîrokî tê zanîn ku di navbera her du sûran de valahiyek hebûya ku bi avê tijî bûye. Di serdema serwerê Eyûbiyan Melîk Kamîl de ev sûra duwemîn hatiye xirakirin û kevirên wê di zexmkirina sûra îro de hatine bikaranîn. Bermahiyên vê sûrê li hin ciyan têne dîtin…

Ma we got çi,

Ma ne hêja ye ev sûrên xwedan vê nûwaze û îhtişamê bêne parastin û wek mîrata mirovahiyê bibin xeml û rewşa paytexta me!

Ji bo Amedê hûn jî îmzeyekê bavêjin…

http://www.diyarbakirsur.com/

Bu yazı toplam 5845 defa okunmuştur