Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

13’ê Îlonê û pê de

13’ê Îlonê û pê de

Duhî ber bayê payizê “referandumek” bi ser vî welatî re borî. Li herêmê “boykot” li seranserê Tirkiyeyê jî bi rêjeya ji sedî 58.2ê pakêta guhartina makezagonê hate “erê”kirin.

Îro 13’ê Îlonê ye.

Piştî 20 salan rê lê vebû ku derbekarên 12’ê Îlonê bêne darizandin.

Tifaqa CHP-MHP û kemalistan a “baskê navanan” winda kir û li Tirkiyeyê “muhafazakaran” ji bo rovanşa 12’ê Îlona 1980’ê derfeteke baş bi dest xist.

Helbet her ku “benê pergala sistema kemalist zirav bibe” xuya ye dê “şûrê wan jî tûjtir bibe” ji ber vê jî, çav lê ye ku hikûmet di rojên pêş de bi awayekî tûjtir bi ser baskê kemalist de biçe û bandora wê ya li ser desthilatê minimiztir bike.

Aliyê dî yê vê referandumê jî baskê kurdan e.

Kurdan, vê carê aliyê xwe aşkere kir û got, “makeqanûna ku mafên me tê de nînin, ji bo me bi serê pîvazeke rizî jî nake” û referandum “boykot” kirin.

Encama vê jî bi awayekî zelal wergirt, ji vê deqeyê pê de, dewlet-hikûmet mecbûr e pirtir guhê xwe bide kurdan û bazarê pê re germ bike.

Kurd, dikarin vê kartê bi awayekî gelekî baş bi kar bînin.

Ji bo vê, di bin banê KCD (Kongreya Civaka Demokratîk) de dikarin konsesûsekê çêkin û li ser wê, bi dewletê re rasterast ji bo çareserkirina pirsa kurd bazarê bikin.     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi