Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

12 şitlên biharê çilmisandin

12 şitlên biharê çilmisandin

Hilbijartin dê çêbe, ne dûr tenê piştî bîst û nizam çend rojan. Dê bo makeqanûneke nû sêla siyasetê ferm bibe û dê “kurd” jî di nav vê pêkhateya nû de “xwedan” maf bin(!)

Ne dûr e, piştî bîst û quzilqurt rojan dê “ji bo efûyeke giştî” daxistina gerîla ya nav jiyana rojane û sivîl, “gav” bêne/bihatana avêtin.

Dilê me pê xweş dibû ku cara yekê kurdan “eniyeke berfireh a neteweyî” ava kiribû û dê piştî hilbijartinê de parlamentoya Enqereyê de doza mafên neteweyî yên kurdan bikira…

Bihar e li Kurdistanê, meha gulanê, ewr rondikan vedimalin her roj, guje guja baranê niha jî li Cûdî bi xwîna 12 şitilên biharê sor dibe.

Dîsa “bêbextî” vedireşe ser vî welatê xwedê lanet lê kirî…

12 can, 12 law û keçên vî welatî; belkî bira, belkî xwîşk belkî jî cîranê min, te, wî, wê…

Bi çilmisandina 12 şitilên biharê, 12 hezar hêvîyên “biratiya derewîn”, “biratiya gelan” birîndar kirin û 12 hezar kul li ser dilê me derkirin.

Kurdistan, îro di şînê de ye…

Ka kî dê hesabê vê bextreşiyê bide!

Kî….

Heta duhî cîgirê Setokwezîr Bulend Arınç li Amedê silav rê dikirin û bi polîtîkaya “serxurandin û bindirandinê” dixwest serê vî gelê îro 12 hezar caran birîndarbûyî vemale…

Gelo qey sedema xwepêxweşkirinê ev bû?!

Kî dê vê zilmê rawestîne û hesabê 12 ciwanên vê axê, law û keçên gundî û hejarên vî welatî bide!?

12 kulîlkên çiya dane ber agirê zilmê,

12 çirayên ber dilê dê û bavo, bi yekcarî vemirandin

12 bişkojên biharê çirpandin…

Niha kîjan “qanûn û yasa” dê kula dilê wan 12 malbatan bikewîne!

Îro, Kurdistan, dîsa bû şahidê bêbextiyeke nû…

Îro, kurd dîsa bi rastiya xwe re hatin ber hev…

Ji vir pê de nivîs nikare hêrs û kerba dilan der bike! Hema ya dimîne; 12 hezar caran lanet li vî şerî be, bes e, hey hewarr û sed caran hewaaarrrr!

Niha em ê behsa “kîjan” biratiyê bikin?!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi